Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel komkujiyan jî gel qadan naterikîne
Di çalakiyên şermezarkirinê de ku di roja 18'an de ye, tê gotin hejmara xwepêşandêrên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin bi hezaran e. Gel qadan naterikîne.
Di çalakiyên şermezarkirinê de ku di roja 18'an de ye, tê gotin hejmara xwepêşandêrên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin bi hezaran e. Gel qadan naterikîne.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên şermezarkirinê yên ku 28'ê Kanûna 2025'an li dijî krîzên aborî, civakî û siyasî destpê kirin, bi destwerdana tund a hêzên rejîma Îranê dewam dikin.
Xwepêşandanên gelên Îranê, li 614 navçe, 187 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Rejîma Îranê torên ragihandinê yên li welêt bi temamî qut kiriye, ji ber qubûna înternet û telefonê ji bûyerên li welêt bi zehmetî agahî têne wergirtin. Ji ber vê jî encamên êrişên hêzên rejîma Îranê bi şênberî nayê hînbûn.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirîkirina li ciwanan her cure tundiyê bikartînin; gulebarankirin, bikaranîna gaza rondikrêj û bi êşkenceyê binçavkirin. Tê gotin xwepêşanderên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.
HÊZÊN REJÎMÊ JI BAJARAN TÊNE DERXISTIN
Hêzên rejîmê zexta li ser jin û ciwanan zêde kirine ku jin û ciwan pêşengiyê ji xwepêşandanan re dikin. 55 zanîngeh jî piştgiriyê didin çalakiyan ku dirûşma 'Bimire Xamaney, Bimire Dîktator' têne qîrîn. Zanîngeh ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve berdewam têne şopandin û zext li ser wan tê kirin û wekî yek ji navendên herî hesas ên nerazîbûnê têne hesibandin.
Di dîmenên ji herêmê de tê dîtin, çalakger agir berdidin saziyêan dewletê. Li gelek bajaran tê gotin ku hêzên ewlekariyê yên rejîmê û Muxafizên Şoreşê ji navenda bajêr hatine derxistin. Li hin bajaran ên weke Kirmaşanê, tê gotin ku polîsan xwe vekişandine.
NÊZÎ 20 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li welêt ku saziyên medyayê weşanê nakin, bang li bihezaran kesî tê kirin ku li navendên ewlekariyê îfadeyê bidin.
Rêxistinên mafên mirovan ên bi rengekî serbixwe kar dikin, daneyan têkildarî rewşa li welêt parve dikin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, di nava 18 rojan de 18 hezar û 434 xwepêşander hatine binçavkirin.
TÊ GOTIN, BI HEZARAN KES HATIN KUŞTIN
Her wiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 2 hezar û 403 xwepêşander hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 12 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin heya niha hezar û 134 xwepêşander jî birîndar bûne.